DYE: Em ê bi şiklekî bibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe
Wezîrê Enerjiyê yê DYE’yê Chris Wright got ku ew ê bişiklerkîbibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.
Wezîrê Enerjiyê yê DYE’yê Chris Wright got ku ew ê bişiklerkîbibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe.
Wright di Civîna Wezîran a Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî ya li Parîsê hate lidarxistin de axivî û diyar kir ku bi tu awayî nayê qebûlkirin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Wright got: ‘’Daxuyaniyên Îranê yên têkildarî bê ka wê çi bi çekên nukleerî bikeî gelekî zelal in. Ev bi temamî nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê em ê bi awayekî bibin asteng ku Îran çekên nukleerî bi dest nexe û em ê jê vegerînin.’’
Daxuyanî, piştî tûra duyemîn a hevdîtina di navbera DYE û Îranê de ya roja Sêşemê li bajarê Cenevreyê hate kirin, hate dayîn. Armanca hevdîtinan weke pêşîlêgirtina mudaxeleyeke leşkerî ya ji bo sînordarkirina bernameya nukleerê ya Tehranê tê nirxandin.
Aliyê Îranê, ragihand ku di hevdîtinên li Cenevreyê de ji bo lihevkirineke muhtemel wan li ser ‘’prensîbên rênîşander’’ li hev kiriye.
Lê belê Alîkarê Serokê DYE’yê JD Vance diyar kir ku di mijara ‘’xetên sor’’ ên ji aliyê Emerîkayê ve hatine diyarkirin de lihevkirinek pêk nehatiye.
Rêveberiya Washingtonê diyar dike ku astengkirina pêşxistina çekên nukleerî ya Îranê pêşaniya wê ya sereke ye, pêvajoya dîplomatîk berdewam dike lê belê hemû alternatîf li ser maseyê ne.